Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Dîktatorê Dijî Cihûyan û Kujerê Kurdan Nikare Dersên Exlaqê Bide Îsraîlê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê got ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan kesê herî dawî ye ku dikare dersên exlaqê bide Îsraîlê.

Netanyahu li ser platforma X'ê got ku Erdogan “Kurdan qir dike, piştgirîya rêxistina terorîst Hemasê dike, givaştinê li gelê xwe dike û rikberên xwe yên siyasî dixe girtîgehê.”

Netanyahu herwiha got: "Dewleta Îsraîlê û Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), ku artêşa herî bi exlaq e li cîhanê, wê çalakîyên xwe yên bihêz berdewam bikin. Ev çalakî li dijî Îran û komên ser bi wê ve ne, ku herêm û tevahîya cîhanê dixin metirsîyê."

Ev daxuyanîya Netanyahu piştî peyama Serokê Tirkîyê ya roja Çarşemê hat. Erdogan got ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûrîyê û Libnanê gefê li Tirkîyê jî dikin. Wî herwiha got ku "êrîşkarîya" Îsraîlê ji bo tevahîya cîhanê metirsî ye û divê bê rawestandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG