Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelek Welatan Daxwaza Rawestandina Şerê Îsraîl û Îranê kir

IRAN-CRISIS/ISRAEL
IRAN-CRISIS/ISRAEL

Brîtanya, Pakistan, endamên Yekîtîya Ewropayê û welatên Rojhilata Navîn daxwaza rawestandina şerê Îran û Îsraîlê dikin. Ev bang piştî êrîşên nû yên navbera Îsraîl û Îranê hat, ku roja Yekşemê dest pê kir û roja Duşemê sekinîn.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa Kaja Kallas di civîna wezîrên berevanîyê de li Qubrusê got ku herêm hewceyî şerekî mezin nîn e. Wê diyar kir ku êrîşên navbera Îsraîl û Îranê zîyanê dide aştîyê, lewma divê herdu alî vegerin ser maseya danûstandinan û şer rawestînin.

Ev daxuyanîya Kallas di heman rojê de hat dema ku Yekîtîya Ewropayê cezayên nû danîn ser Îranê. Ev ceza ji ber daxistina rêya deryayî ya li Tengava Hormuzê hatin ragihandin.

Kallas got: “Îranê rêya deryayî girtîye û dronan metirsîyê li ser keştîyan çêdikin. Wezîran bi zelalî got ku ev karên Îranê nayên qebûlkirin.”

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser platforma X'ê ragihand ku şerê nû yê li Rojhilata Navên nîşan dide ku agirbesta lawaz di xeterê de ye. Wî got ku ew bi her awayî hewl didin pirsgirêkan bi rêya dîplomasîyê çareser bikin, lewma daxwaz ji herdu alîyan kir ku êrîşan rawestînin û şanseke nû bidin aştîyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Lîn Ciyan da zanîn ku ew ji ber êrîşên navbera Îsraîl û Îranê “pir nîgeran in” û got, şer ne di berjewendîya ti kesî de ye, lewma ew hêvî dikin alî agirbestê biparêzin, danûstandinan berdewam bikin û bi rêya dîplomasîyê aştîyê vegerînin herêmê.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper herwiha li ser platforma Xê bang li Îsraîl û Îranê kir ku tavilê êrîşan rawestînin, danûstandinan berdewam bikin daku aştî û bazirganîya cîhanê biparêzin.

Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed El Sanî di peywendîyên telefonî de ligel wezîrên derve yên Erebistana Siûdî û Îranê ragihand ku welatê wî piştgirîya kêmkirina şer dike. Wî daxwaz ji herdu alîyan kir ku ji bo peymana aştîyê alî bersiveke baş bidin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG