Hikûmeta Îsraîlê îro Duşemê biryar da ku jiber bi lezgînî belavbûna cureya omicron ya vîrusa korona, li dijî Amerîka, Kanada û 8 dewletên din qedexeya rêwîtîyê ragihîne.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ew biryar piştî civîna kabîmeya wî welatî ji bîragiştî re eşkere kir.
Li gor biryara Îsraîlê, Amerîka wê têkeve nava dewletên lîsta sor û hemwelatîyên wî welatî wî nikaribin herin Amerîkaye û kesên ku ji wê derê werin divê 14 roj di bin karantînê de bimînin.
Li ber e komîteyeke parlmenana Îsraîlê awayê dawîn ya biryarê erê bike ku ew bibe qanûn û nîva şevê Çarşemê têkeve jîyanê.
Li Îsraîlê ji destpêbûna pandemîya korona vir ve herî kêm 8,232 kes ji nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe ji dest dane.
Li gor biryara nû herwiha rêwîtîya ji Belçîka, Almanya, Hugarya, Îtalya, Mexrîb (Fas), Portekîz, Swîsre û Tirkîyê re jî tê qedexe kirin.