Iranê Muşekên Balistîkî Ceriband

Supahê Pasdaranê komara Îslamîya Îranê evro Sêşembî jimareka muşekên balistîkî ceriband, di nave de moşeka dur-avêj, bi armanca bersinggirtina her hêrişeka Îsraîlê yan Amerîkayê li dijî Îranê, li gor ragihandina wî welatî.
Ajansa fermîya nûçeyan ya Iranê IRNA, ragihaind ku wan moşekan bi awakê serkeftî armancên xwe têkşikandin. IRNA li ser zimanê karbidestekê Îranî radigihîne ku ew muşek 1,300 kîlometran dûr diçin.
Îranê li rabirdûyê hejmareka muşekên cuda ceribandine, di nave de muşeka Şehab-3 ku 2000 kîlometran dûr diçît û digehîte Îsraîl û başûra Ewropayê.
Îsraîl nêzîkî 1,000 kîlometran li sînorê rojavayê Îranê dûr û komegemîyên 5ê yên hêza deryayî ya Amerîkî li behreynê 200 kîlometran li Îranê dûr e.