Wezîra Derve Clinton li Mongolya ye

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Rodham Clinton

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton ku jibo serdaneke fermî li Mongolya ye, dibêje, hatina wê nîşan dide ku Washington di sîyaseta xwe ya derveyê de girîngîyeke çawa dide Asyayê.

Hillary Clinton got, salên dûr û dirêj in ku Amerîka bala xwe dabû kêşeyên li Îraq û Afganîstanê, lê êdî dem hatîye ku Washington peywendîyên xwe yên dîplomatîk, ekonomîk û berhemkarîya stratejîk li Asyayê xurtir bike.

Wezîra derve ya Amerîkê Hillary Clinton, di dema serdana xwe ya Moxolistan’ê de, her wiha bi Serokê wî welatî Sakhia Elbegdorj re kom bû û pêsna xebatên wî da.

Dîplomatekî bilind yê Amerîkî dibêje, Washington jibo çend hilbijartinên serkeftî yên li Mongolya’yê pîrozbahî li hikûmeta wî welatî dike û balê dikşîne ser wê yekê ku civata navnetewî pêşketinên li Mongolya’yê ji nêzîk ve dişopîne.

Xanim Hillary Clinton, li ber e piştî Mongolya’yê ber bi Vietnam, Laos û Kambodyayê ve here û tev li civîna wezîrên dervê yên Rêxistina Netewên Asya Rojhilat bibe.