Kombûna ASEAN li Kambodyayê Pêk Tê

Alîyek ji kombûna Çarşemê

Werzîrên girîng yên welatên Başûr rojhilata Asyayê hewlên xwe berdewam dikin, jibo pêkanîna danûstandinên hûrbîn derbarê Deryaya Başûrê Çînê li dema kombûnên payebilind yên herêmî vê hefteyê li Kambodya.

Lê dîyar dibe ku şandeyên li kombûnên Komeleya Welatên Başûr rojhilata Asyayê beşdar dibin, gihiştin encameke girtî. Irwin Loy, peyamnêrê Dengê Amerîka li Phnom Penh, paytexta Kambodya ev rapor şandîye.

Şandeyên van kombûnan girjîyên kêşeya ser Deryaya Başûrê Çînê bê nirx kirin. Lê, karbidest roja Çarşemê mikur hatin ku ne rêkeftin di navbera hîn endaman de heye derbarê daxuyanîyeke hevbeş ya vê komela bi navê ASEAN li ser pirsgirêkê.

Endamên ASEAN Vietnam, Filipîn, Brunei û Malezyayê hemû îdiaya parçeyan ji Deryaya Başûrê Çînê dikin. Ev yek jî wan dixe alozîyan de hember Çînê ku ew bixwe jî îdîaya beşekî mezin ji vê behrê dike.

Jibo guhdarîkirina vê rapora bi dengê Sîrwan Qiçço, lînka alîyê çepê klîk bikin.