Serokên Kongo û Rwandayê digihêjin Rêkeftinekê

Serokên Rwanda û Komara Demokrat ya Kongoyê qebûl kirine ku hêzeke navneteweyî were jibo şerê li dijî serhildana rojhilata Kongoyê û herwiha jibo pasevanîya sînorê wan.
Serokê Rwandayê Paul Kagame û yê Kongoyê Joseph Kabila roja Yekşemê li rex hilcivîna Yekîtîya Afrîkayê li Ethiopiayê kom bûn.
Kongo û Rwandayê bi awayekî berdewam hev bi piştgirîya komên çekdar tewanbar kirin, tewanek ku herdu alî red dikin.
Karbidestan ti hûrbînî derbarê mezinbûna hêzê û dema şandina wê an dê leşker ji ku ve werin nedan. Berpirsê Komisyona Yekîtîya Afrîkayê Jean Ping roja Yekşemê got ku dê desteya wî beşdarî vê hêza dijî serhildayan bibe.