Rêberê El Qayide li Îraqê: Em Vedigerin Deverên Amerîkî li Wir Bûn

Di yekem daxuyanîya ser toreya înternetê de, rêberê nû yê al-Qayide li Îraqê îdia dike ku toreya mîlîtan vedigere wan deverên ku di dest hêzên Amerîkî û hevbendên wan yên Sunnî de bûn berî vêkêşana Amerîkayê di dawîya sala borî de.
Rêberê al-Qayide îdia kir ku grûba mîlîtan operasyonan amade dike jibo azadkirina girtîyan û terorkirina karbidestên dadgehan.
Daxuyanîya dengî ji alîyê Abu Bakir al-Baghdadi ve hatiye pêşkêş kirin, yê ku sala 2010an bû serekê grûba Dewleta Îslamî li Îraqê. Daxuyanî derengî Şemîyê li ser malpera mîlîtanan hate weşandin.
Al-Baghdadi hişyarî da Amerîka ku dê nêzîkî rastî êrîşên mîlîtanan li ser erda xwe were.
Wî herhiwa Misilman vexwendî Îraqê kir da ku beşdarî mîlîtanên wî bibin.