Medyaya Îranî: 48 Hemwelatîyên Îranê li Sûrîyê Hatine Revandin

Jimareke Çekdarên Opozisyona Sûrî li Şamê

Medyaya Dewleta Îranê dibêje 48 hemwelatîyên Îranê li basekê li Şamê hatine revandin, çend kîlometran dûrî cihê şerekî di navbera leşkerên hikûmet û serhildayan de.

Raporên Îranê dibêjin qurbanîyên revandinê ji ber sedemên oldarî serdana Sûrîyê dikirin. Jêderek dibêje ku grûbeke çekdar bas li ser riya firokxaneya Şamê rawestandin.

Ajansa IRNA ya nûçeyan ku ser bi hikûmeta Îranê ve ye dibêje, karbidestên Îranê dizanin ku kesên hatine revandin nuha li kude dimînin. Karbidestan herwiha gotin ku hewildanên azadkirina wan berdewam in.