Şerê Giran li Şamê Didome

Hêzên hikûmeta Sûrîyê roja Pêncşemê bi serhildayan re, li Şamê ketin nav şer, li vê demê ku hikûmeta Serok Beşar Esed şer dike da ku hêzên opozîsyonê ji paytêxt derxîne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê ji Dengê Amerîka re got ku, bi kêmî ve, 35 kes roja Çarşemê hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha got, şer li taxên Kefer Sûsê, Dareya û deverên din li başûrê paytext pêk hat ku serhildayên dijî hikûmetê li wir cî digirin.

Rûniştvanan got ku êrîş û bombebaranên asmanî yên herî dijwar bûn, ji dema ku artêşê kontrola xwe dîsa li ser taxên opozisyonê vegerandîye.

Rûniştvanan herwiha gotin ku şerê vê carê, şerê herî tund e, piştî ku kontrola taxên bin kontrola serhildayan jinûve ketibû destê serhildayan.

Li New York’ê, berpirsê sîyasî yê Neteweyên Yekbûyî Jeffrey Feltman gote Civata Ewlekarîya ku NY bi haydarî li rewşa têkçûyî ya mirovahî li Sûrîyê dişopîne.

Feltman got, nêzîkî 2 mîlyon û nîv kes pêdivî bi alîkarîya mirovahî hene li dema ku jimara kesên ji warên xwe derdikevin û dibin penaber li welatên derdora Sûrîyê zêde dibe.