Muhyedîn Îso: Dê Kuştin û Revandina Rojnamevanan li Sûrîyê Berdewam Be

Rojnamevana Japonî Mika Yamamoto berî çend rojan li Sûrîyê hate kuştin.

Li vê dawîyê gelek rojnamevan li Sûrîyê tên kuştin û revandin. Do hate ragihandin ku rojnamevanekî Amerîkî bi navê Austin Tice jî ket rêza rojnamevanên windayî ku tê bawer kirin ji alîyê hêzên ser bi rejîma Sûrîyê ve hatiye revandin.

Di vê derbarê de, rojnamevan Muhyedîn Îso, endamê Sendîkeya Rojnamevanên Sûrîyê ji Dengê Amerîka re radigîhîne ku rejîma Sûrîyê hewil dide wan kesan bêdeng bike ewên ku rastîya rewşa Sûrîyê ji cîhanê re eşkere dikin.

Birêz Îso, ku herwiha wekî sernivîser jî li malpera "Kurdiya News" ya nûçeyan dixebite, dibêje ku kuştin û girtina rojnamevanan ji alîyê rêxistinên xwecihî û navneteweyî bi awayekî sîstematîk tê belge kirin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.