Foruma Aborîya Cîhanê: Amerîka Hîn jî Hêza Herî Mezin ya Cîhanê ye

Foruma Aborîya Cîhanê dibêje, Amerîka, hêza aborî ya herî mezin li cîhanê, dişemite nav pêşbazîyeke cîhanî, jiber ku rêberên wê yên sîyasî nikarîbûn bi deynên wê danûstandinê bikin.

Piştî ku Amerîka ragihand ku deynên wê yên netewî gehiştine 16 trîlyon dolarên Amerîkî, Foruma Aborîya Cîhanî roja Çarşemê ji Jinêvê got ku Amerîka dimîne hêza herî mezin li cîhanê.

Lê, rêxistinê got, rêberên aborî xemdar in derbarê nebûna bawerîya xelkê bi rêberên sîyasî.
Amerîka du pileyan daket xwarê ku bû ya heftan ser asta cîhanê. Ev sala çarê ye li dû hev ku Amerîka di serjimartina salane de dadikeve xwarê.

Aborîzana furomê, Jennifer Blanke gote Dengê Amerîka ku Amerîka hin lawazîyên cidî hene ku karîna wê ya pêşbazîyê kêm dikin.