Qayikeke Penaberan li Tirkîyê Binav Bû, Bi Dehan Mirî Hene

Karbidestên Tirk dibêjin, bi kêmî ve 60 kes fetisîne, piştî ku qayikeke koçberên neqanûnî li rojavaya Tirkîyê di nav lat û zinaran de asê ma û dû re jî binav bû.

Karbidestên Tirk didize zanîn ku 31 ji qûrbanîyan zarok in û ew çaverê dikin jimara mirîyan zêdetir be, jiber ku hîn bêtir term têne dîtin. Bûyer li nav Deryaya Ege’yê qewimî.

Li gorî hate ragihandin, 46 kes piştî bûyerê hatin rizgar kirin û 2 kes jî hatin girtin.

Hîn ne dîyar e ka koçber ji çi welatî ne, lê gorî ajansa Associated Press radigîhîne, piranîya wan ji Sûrîye û Îraqê ne.

Tirkîye xaleke girîng e, jibo kesên ku dixwazin di rêya wê re derbazî welatên Yekîtîya Ewropayê bibin.