Serok Obama Êrîşên Dijî Nûnertîyên Dîplomatîk Şermezar Dike

Serok Obama digel Wezîra Derve

Êrîşên dijî nûnertîyên dîplomatîk yên Amerîkî li Rojhilata Navîn di sîyaseta Amerîkî ya navxweyî de jî cîhekî girîng digire.

Serokê Amerîka Barack Obama di daxuyanîyeke Qesra Spî de êrîşên li Lîbyayê şermezar kir ku balyozê Amerîkî Christopher Stevens û 3 karmendên balyozxanê hatin kuştin.

Serok Obama ferman da ku pîvanên ewlekarîyê li nûnertîyên dîplomatîk yên Amerîkî yên seranser cîhanê werine zêde kirin.

Birêz Obama got “wî ferman daye ku hemî derfetên hikûmetê werine bikar anîn ku karmendên me yên li Lîbyayê û nûnertîyên me yên dîplomatîk yên cîhanê bêne parastin.
Berbijarê Komarî yê seroktîyê, Mitt Romney jî daxuyanîyeke nivîskî da û torebûna xwe li ser êrîşên dijî balyozxaneya Amerîkî ya li Qahîre û konsolxaneya li Bîngazî’yê dîyar kir.

Birêz Romney rexne li bersîvdana rêvebirîya Serok Obama ya dijî êrîşan girt û got, “Serok Obama, şûna ku êrîşvanan şermezar bike, sempatîya xwe ji wan re dîyar dike.”

Hate fem kirin ku birêz Romney li ser daxuyanîya balyozxaneya Amerîkî ya li Qahîreyê wiha axîfîye ku digot “kesên bi agahîyên şaş û derew hêsten olî yên Misilmanan dêşînin”.

Berdevkê kempeyna Obama Ben LaBolt bersîva daxuyanîya birêz Romney da û got, ew bi wê daxuyanîyê şok bûne.

Birêz LaBolt got, li vê demê ku Amerîka şîna kuştina karmendên xwe yên dîplomatîk digire, mixabin berbijarê seroktîyê yê Komarî biryar daye ku dest bi êrîşeke sîyasî ya dijî Serok Obama bike.