Hikûmeta Îsraîlê Hilbijartinên Pêşwext yên Parlemanê Qebûl Dike

Hikûmeta Îsraîlê qebûl kir ku hilbijartinên niştimanî 22ê meha yekê pêk werin, di dengdanekê de ku rawergritin nîşan didin, Serokwezîr Benyamîn Netenyahu bidest dixe.

Wezîrên Îsraîlê wexta hilbijartinên pêşwext di kombûna kabîneyê ya heftane de roja Yeşemîyê erê kirin. Birêz Netenyahu roja Sêşemê got ku ew dixwaze dengdan heşt mehan berî wexta xwe ya normal were kirin, jiber ku hevpeymanîya hikûmeta wî nikarîbû li ser budceya sala 2013an li hev bike.

Tê çaverê kirin ku parlemana Îsraîlê, anku Knîsêt, hilbijartinên pêşwext li dema kombûna xwe ya roja Duşemê erê bike.

Piranîya pirsnameyan diyar dikin ku partîya birêz Netenyahu Likud ya parêzger dê wekî mezintirîn partî di parlemana were de derkeve holê, ku rê didê bibe rêbera hevpeymanîya piranîyê jibo damezrandina hikûmeteke nû.

Birêz Netenyahu di hilbijartinên sala 2009an de vegerîya ser desthilatê, piştî ku sê salan wekî serokwezîr li dawîya salên 90î de kar kir. Netenyahu kontrola hevpeymanîyeke aram kiriye li welatekî ku kêm parlemanên wê gera xwe ya çar salan temam dikin.