Êrîşvanekî xwekuj otomobîla xwe li nêzîkî bingeheke leşkerî ya NATo û Afganî peqand û 11 leşkerên Afganî û çendên din yên bîyanî birîndar kirin.<br />
 <br />
Karbidestên Afganî dibêjin, peqîn li devera Zurmat ya eyaleta Paktiya qewimî û gelek avajî ji hêza peqînê zîyan dîtin.<br />
 <br />
Talîbanê berpirsîya êrîşê girt ser xwe û got şervanên wê hemî dîwarên parastinê derbaz kirin û kiryareke serkeftî pêk anîn.