Brahîmî: Rejîm û Hîn Grubên Serhilda Qayil Bûn li Cejnê Şer Rawestînin

Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî dibêje, hikûmeta Sûrî û hîn grubên serhilda yên dijî Serok Beşar Esed qayil bûn ku li seranser Eyda Qurbanê şer rawestînin.

Lexder Brahîmî îro Çarşemê li Qahîrê ji rojnamevanan re got, ew bi hêvî ye ku ev agirbest bibe alîkar ku proseseke nû ya sîyasî dest pê bike û aştîyê bi xwe re bîne.

Wezareta Derve ya Sûrî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku ew hîn jî pêdaçûnê li ser agirbestê dike û ew dê biryara xwe ya dawî roja Pêncşemî bide.

Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî, li ber e derengîya Çarşemê bi Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bipeyîve û li ser hevdîtinên xwe yên ligel Serokê Sûrî Beşar Esed û rêberên din yên herêmî agahî bide.