Bayram Bozyel: Daxwazên Girtîyan Daxwazên Rewa ne

Li Tirkîyê 60 roj bi ser greva birçîbûna girtîyên Kurd derbas bûn.

Bayram Bozyel, serokê berê yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), dibêje ku daxwazên girtîyan daxwazên rewa ne. Wî herwiha got ku greva birçîbûna çalakîyekî gelek bi buhaye û encamê wî gelek giran e û em naxwazin ku girtî jîyana xwe ji dest bidin.

Birêz Bozyel got ku gumana me ew e eger ev çalakî bidome, wê mirov jîyana xwe winda bikin û wê rewşa Tirkîyê hîn aloztir bibe.

Rêberê HAK-PAR’ê herwiha got, em bang li hikûmetê dikin ku destê xwe zû bigirin da ku ev çalakî bi awayeke aştîyane bi dawî were.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Bayram Bozyel re