Cengiz Çandar: Kurd Yekîtîya Xwe Baş Bikin Emê Bêjin Dema Wan e

Rojnamevanê navdarê Tirk Cengiz Çandar li Dîyarbekirê jibo Dengê Amerîka got “Tirkîye bela ku pirsgirêka kurd di nav xwe de çareser nekiriye, ji destkeftiyên Kurdên li Surîyê acis dibe û ditirse ku Kurdên li Tirkiyê jî dexwaza statuyeke sîyasî bikin.”

Birêz Çandar destnîşan kir ger Kurd di vê konjonkturê de rola xwe bikaribin baş bilîzin, ewê dikaribin ew perçebuna nav xwe hal bikin û yekitiya xwe jî bipêş bixin.

Cengiz Çandar got “ger Kurd ji îro û pêve yekîtîya xwe baştir bikin, wê demê emê dikaribin bêjin ku ev dem dema Kurdan e. “


Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Cengiz Çandar