Çekdar Êrîşa Xwepêşanderên Misirî Dikin

meydana Tehrîr (Rizgarî) roja Sêşemê, 11'ê meha 12, 2012.

Hejmareka çekdaran li paytexta Misirê êrîşa xwepêşanderan kirin û neh kes birîndar kirin.

Karbidest û dîdevan dibêjin ku çekdarên ne naskirî roja Sêşemê li meydana Tehrîr teqe li xwepêşanderan kirin.

Tundûtûjîya Qahîre di demekê de ye ku piştevan û dijberên serokê Misirî Muhemed Mursî xwepêşandanan dikin.

Rêberên opozisyonê daxwazê li birêz Mursî dikin ku referanduma roja Şembî ya taybet bi destûrê nû yê welatî hilweşîne.