Nîqaşên li Ser Guherîna Makeqanûna Tirkîyê Nû Dibin

Parlemana Tirkîye

STENBOL — Li Tirkîyê xebatên jibo nivîsandina makeqanûna nû ku guhertina sîstema rêvebirîya welêt jî tê nîqaş kirin, jinûve destpê kirin.

Serokê Parlemanê Cemîl Çîçek, jibo ji Komisyona Lihevkirina Makeqanûnê re nexşerêya sala 2013’an were diyar kirin, piştî hevdîtinên bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re do Çarşemê jî bi Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak re civîya.

Karbidestên komisyonê radigihînin, babeta ku partîyên qarlemanê li ser lihev nakin ya herî girîng, daxwaza sîstema seroktîyê ye ku partîya deshilatdar AK Partî vê daxwazê dike.
CHP û MHP beramberê vê sîstemê daxwaza berdewama sîstema parlemanî ya klasîk dikin.

Herwiha BDP jî di makeqanûna nû de, jibo rêvebirîya Tirkîyê sîstema parlemanterîya herêmên cudakirî ku wekî xweserîya demokratîk jî tê nirxandin pêşnîyar dike.

Jibo guhdarîkirina raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Makeqanûna Tirkîye