Îbrahîm Yousif: Esed û Rejîma Xwe Herdu Ketine

Ibrahim Yousif

Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Yekşemê gotareke taybet bi rewşa niha ya Sûrîyê pêşkeş kir.

Di gotara xwe de, Esed serhildayên Sûrî bi “teroristên El Qayde” û “tawankar” bi nav kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nivîskar û rojnamevan Îbrahîm Yousif dibêje ku tiştên Esed di gotara xwe gotin, tiştên pir kevin in û Esed ji bîr dike ku 60 hezar kes li Sûrîyê hatîne kuştin.

Birêz Îbrahîm dibêje ku armanca gotara Esed ew bû ku “xuya bike hêj rejîma wî xurt e, lê belê ew bi xwe jî dizane ku dema rejîma wî hindik maye.” Wî herwiha got ku Esed xwest nîşan bide ku ew neketîye, lê belê di praktîk de Esed û rejîma xwe herdu ketine.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Îbrahîm Yousif re