Dr. Zara Salih: Dê Rûsya Heta Dawî Piştgirîya Esed Bike

Çend keştîyên şer yên Rûs li nav Deryaya Sipî dest bi hindek rahênanên leşkerî li nêzîkî beravên Sûrîyê kirine. Pispor dibêjin, hikûmeta Rûsya bi vê helwestê dixwaze ji civaka navneteweyî re careke din bibêje ku Mosko hîn hevalbenda Beşar el Esed e.

Ev gava Rûsya di demekê de tê kirin ku nûnerê NY û Komkara Ereb bo Sûrîyê Lexder Brahîmî li Geneva ligel karbidestên Rûs û Amerîkî kom dibe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê de, Dr. Zara Salih nivîskarê siyasî ku li Londonê dimîne, dibêje, helwesta Rûsya hember Sûrîyê ji roja roj e ev helwest e.

Dr. Salih herwiha dibêje ku madem Esed berjiwendîya Rûsîya diparêze, dê Mosko her piştevanîya xwe jêre berdewam bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Dr. Zara Salih re