Îran 14 Rojnamegeran Desteser Dike

Îranê 14 rojnameger desteser kirin bi tawana alîkarîkirina medyaya bîyanî ku bi zimanê Farsî weşanê dikin.

Li gorî medyaya ser bi dewleta Îranê roja Duşemê, rojnamegerên binçavkirî bo şeş ajansên nûçeyan kar dikin, di nav de pênc rojname û ajansa ILNA ya nûçeyan.

Medyaya Îranê radigihîne ku rojnamegeran têkelî bi medyaya “li dijî şoreşê” hebû, ku peyvek e Îran jibo medyaya bîyanî bikar tîne.

Lê belê wezîrê çandê yê Îranê dibêje ku tawanên rojnamevanan ne girêdayî çalakîyên medyayî ne.

Hejmareke rojnamevanên girtî rojekê berî binçavkirina wan beşdarî kombûnekê ligel serokê berê Akbar Haşemî Refsencanî bibûn. Refsencanî niha kesayetîyeke navdar yê opozisyonê ye.

Rejîma Îranê bi berdewamî wan rojnamegeran tepeser dike yên ku wek “neyarên” rejîma Îranê dihên dîtin.

Rejîma Îranê Dengê Amerîka û beşê Farsî yê BBC şermezar dike û wan wek ajansên ser bi dezgehên agahîyê yên Amerîka û Brîtanyayê xetabar dike.