Esed Kabîneya Hikûmeta Sûrîyê Guhert

Beşar El Esed.

Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Şembî kabîneya hikûmetê guhert di bizavekê de jibo vejandina aborîya welatî, ku ji ber serhildana du-saî wêran bûye.

Li gorî medyaya ser bi dewleta Sûrî, wezîrên neft, darayî, pirsên civakî, kar, akincîbûn, xizmetên giştî û cotkarî hatin guhertin.

Wezîrên wezaretên serekî yên wekî berevanî û karê hundir nehatin guhertin.

Guhertina kabîneya hikûmetê di demekê de ye ku şer û pevçûn jibo roja çarê li Şamê û derdora paytexta Sûrîyê berdewam bûn.