Merwan Osman: Pirsgirêka Sûrîyê bi Şer Nayê Çareserkirin

Bernivîseke rêberê opozisyona Sûrî Moaz el Xetîb jibo danûstandinan ligel hikûmeta Sûrî do Yekşemê bi dawî hat, piştî ku ti bersiv ji alîyê hikûmeta Serok Beşar Esed wernegirt.

Moaz el Xetîb, Serokê Hevpeymanîya Hêzên Opozisyon û Şoreşgerên Sûrîyê, berî hefteyekê banga danûstandinên bi merc ligel rejîma Sûrî kiribû, wekî gavek jibo dawîkirina şerê navxweyî li wî welatî.

Di vê derbarê de, nivîskar Merwan Osman dibêje ku ev însyatîf baş bû û nîşanek e ku opozisyon nêt heye danûstandinê ligel Esed bike.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, birêz Osman dibêje, piştî hemû vî şerî û van qurbanîyan, dê herdu alî dagerin danûstandinan, jiber ku eger ne bi dîyalogê bi pirsgirêka Sûrî çareser nabe.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn