Aştîparêzên NY li Sûrîyê Azad Bûn

Karbidest li ser sînorê navbera Sûrîyê û Urdunê dibêjin aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî, ku roja Çarşemê li Sûrîyê hatibûn girtin, gihiştine Urdunê.

Li gorî karbidestan her 21aştîparêz, ku hemû xelkê Filîpînê bûn, roja Şembî derbasî Urdunê bûn.

Ew aştîparêz roja Çarşemê li bajarê El Cemle, devera Golanê, ji layê serhildayên Sûrî ve hatin revandin ku xwe bi komela Şehîdên Yermûkê binav kir.

Nêzîkî 100 aştîparêzên Neteweyên Yekgirtî li Golanê çavdêrîya agirbesta navbera Îsraîl û Sûrîyê dikin.