Sanrî: Dema Dewlet Qedexeyê Rake, Newroz bi Aramî Derbas Dibe

Mihemed Sanrî

Ahengên Newrozê li Stenbol û çend bajarên din yên Tirkîyê destpêkirin.

Rojnamevan Mihemed Sanrî li Stenbolê dibêje ku ahengên Newrozê heta nuha di aramî de derbaz dibin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Sanrî dibêje ku dema hêzên dewletê qedexeyê li ser milet rakin û tundûtûjî û êrîşkarîyê pêk neynin, Newroz di aramîyê de derbas dibe.

Birêz Sanrî herwiha dibêje ku hevdîtinên di navbera rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan û dewletê de bandora xwe li ser vê aramîyê heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Mihemed Sanrî re