Helbestvan Yasîn Hisên Behsa Pirtûka Xwe Dike

Bergê Pirtûka Yasîn Hisên ya bi navê "Lorîk"

Helbestvan û nivîskar Yasîn Hisên pirtûkeke helbestan bi navê "Lorîk" belav kir ku tê de giranîya helbestan li ser êşa Kurd û şoreşa Sûrîyê ne.

Yasîn Hisên derbarê pirtûka xwe dibêje, Kurd beşek in ji şoreşa Sûrîyê dijî zordarîyê, lewa wî xwest ku vê pirtûkê jî bike diyarî jibo nirxên ku ev şoreş pê rabû.

"Lorîk" ji aliyê weşanxaneya Margirêt ve li bajarê Silêmanîyê hate weşand û ji aliyê çapxaneya Kemal ve hate çapkirin. Pirtûk ji 110 rûpelên naverast pêk tên.

Dengê Amerîka hevpeyvînek dûdirêj ligel birêz Yasîn Hisên derbarê pirtûka wî ya nû pêk anîye. Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Yasîn Hisên