Kongreya Partîya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê Bidawî Dibe

Wêne ji malpera partîya Yekîtî hatiye wergirtin.

Partîya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê konferansa xwe ya giştî li 29ê Adarê li bajarê Amûdê pêk anî. Nêzîkî 245 delege û nûnerên partîyê ji seranserî Sûrîyê li vê konferansê beşdar bûn.

Karbidestên Partîya Yekîtî dibêjin, ev cara yekê bû ku partîya wan konferansa xwe bi awayekî eşkere û azad li cihekî giştî lidar dixe.

Di encama konferansê de, birêz Brahîm Biro wekî sekreterê nû yê partîyê hate hilbijartin. birêz Biro cihê Îsmaîl Hemê, sekreterê berê girt. Herwiha birêz Hesen Salih, wekî cîgirê sekreter hate hilbijartin.

Di vê hevpeyvîna taybet de ligel Dengê Amerîkayê, birêz Brahîm Biro behsa konferansê dike û prosesa hilbijartina komîteya siyasî ya rêvebir şirove dike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn ligel Brahîm Biro