Maduro Dibe Serokê Nû yê Venezuelayê

Nicolas Maduro û hevjîna wî, Cilia Flores.

Nicolas Maduro wek serokê nû yê Venezuelayê hate hilbijartin.

Desteya Hilbijartinan ya Niştîmanî serkeftina Maduro ragihand çend demjimêran piştî proseya dengdanê li wî welatê Amerîkaya Başûr bi daw hat.

Desteya Hilbijartinan ragihand ku ligel hejmartina ji sedê 99.12’ê dengan, Maduro 7,505,338 deng bidest xistin û kandîdê opozisyonê Henrique Capriles 7,002,403 deng bidest xistin.

Maduro cîgirê serokê Venezuelayê bû û piştî mirina serok Hugo Chavez bû serokê demkî yê welatî.

Maduro, yê 50 salî, ji layê Chavez ve hatibû destnîşankirin da ku bibe cîgirê wî. Ew şofêrê otobûsê bû pêş ku bibe wezîrê derve, cîgirê serokî û serokê demkî.