Balyozxana Fransî li Lîbyayê Bû Armanca Êrîşekê

Balyozxana Fransî piştî peqîna roja Sêşemê, 23'ê Nîsanê, 2013

Hikûmeta Fransî bi tundî nerazîbûna xwe dîyar kir hember êrîşa li dijî balyozxana wê li paytaxta Lîbyayê.

Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius dibêje, armanca wê êrîşê kuştina mirovan bû, lê belê xweragirîya Fransayê her bihêz dimîne.

Fabius herwiha got ku ew êrîş ne bitenê li dijî Fransayê bû, lê belê êrîş e li dijî hemû welatên ku şerê terorê dikin.

Di peqînekê de roja Sêşemê li balyozxana Fransî li bajarê Terablusê, 2 nobedar birîndar bûn.