Rêberê Îsraîlî: Îranê Xeta Sor Derbas Nekirîye

Benjamin Netanyahu

Seorkwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu dibêje ku Îran li bidestxistina şîyanên çekên navokî nêzîktir dibe, lê belê hêşta xeta sor derbas nekirîye.

Di civîneke Partîya Lîkud de, Netanyahu roja Duşemê got ku Îran bi awayeke “sîstematîk” li bidestxistina çekên navokî nêzîk dibe.

Rêberê Îsraîlî herwiha got ku Îsraîl qebûl nake Îran wan çekan bidest bixe.

Îsraîl radigihîne ku Îraneke bi çekên navokî metirsîyeke mezin e, jiber ku Tehran gefa wêrankirina Îsraîlê dike.