Hişyar Zêbarî: Qeyrana Îraqê Gelek Aloz e

  • Balen Salih

Hişyar Zêbarî

Wezîrê Derve yê Îraqê Hişyar Zêbarî dibêje ku qeyrana sîyasî ya Îraqê gelek aloz e.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Zêbarî got ku pirsgirêkên sereke yên sîyasî li Îraqê hêşta nehatîne çareserkirin.

Birêz Zêbarî herwiha got bi bawerîya me pirsgirêk dihêne çareserkirin eger hemû alîyên sîyasî yên Îraqê bi destûrê welatî pêgîr bin.

Wezîrê Deve yê Îraqê herwiha got ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry kêfxweşîya xwe ragihand hemberî vegerîyana wezîr û parlamenterên Kurd bo Bexdayê.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Hişyar Zêbarî re