Serhildayên Sûrî Êrîşa Zîndana Helebê Dikin

Serhildayên Sûrî roja Çarşemê dest bi êrîşeke plankirî kir bo ser zîndana sereke ya bajarê Helebê.

Li gorî çalakvanan, armanca wê erîşê, azadkirina serhilda û encamên opozisyonê bû ku di wê zîndanê de hatîne girtin.

Bawer tê kirin ku bi sedan neyarên rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed di wê girtîgehê de bin.

Li gorî rêxstina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan, şer û pevçûnên giran di derdora zîndanê de çêbûn.

Ew rêxistî ya bingeh li London herwiha radigihîne ku serhildayan du otomobîl li rex dîwarên girtîgehê teqandin.