Perwas Husên Bo Dengê Amerîkayê Dipeyîve

  • Balen Salih
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Perwas Husên derbarê beşdarîya xwe li bernama Arab Idol dipeyîve.

Perwas yekemîn Kurd e ku bi stranên Kurdî di bernama Arab Idol de beşdar bibe.

Perwas dibêje ku ez sipasîya tevaya Kurdan dikim li her cihekî bin û sipasîya hemû wan kesan dikim ku dengî didin min.

Beşdara Kurd yek e ji heşt beşdaran ku bikaribin bigihin qonaxa dawî ya Arab Idol.

Arab Idol bernameke navdar e ku hemû rojên Înî û Şembî li televizyona MBC ya Erebê tê weşandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Perwas Husên re