Peyamnêra Televizyona Rejîma Sûrî Hate Kuştin

Yara Ebbas

Hikûmeta Sûrî ragihand ku peyamnêreka televizyona ser bi dewletê li nêzîkî sînorê Libnanê hate kuştin.

Wezareta Ragihandina rejîma Sûrî ragihand ku peyamnêr Yara Ebbas roja Duşemê li parêzgeha Humsê hate kuştin.

Yara Ebbas bo televizyona El Îxbarîye kar dikir.

Hevdem, rêxistina Sûrî jibo Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku Yara Ebbas ji layê qenasekî ve hatîye kuştin.