Rezayî : Civînên Navokîya Îranê Bê Derencam in

Muhsin Rezayî

Kandîdê serokatîya Îranê û komandarê berê yê hêza parêzvanên şoreşê ‘Supahê Pasdaran’ dibêje ku danûstandinên navokî yên navbera Îran û welatên mezin yên cîhanê bê derencam in.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Sêşemê li Tehranê, Muhsin Rezayî got ku eger ew bibe serok, wê rewşa danûstandinan bihête guhertin.

Bernama navokî ya Îranê yek e ji pirsên sereke yên hilbijartina serokatîya 14’ê Hezîranê.

Her heşt kandîdên serokatîyê, piştgîrîya bernama navokî dikin, lê belê ne hevbîr in li ser çewanîya encamdana danûstandinan ligel welatên mezin yên cîhanê.

Îran danûstandinê bi Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê re dike.