Serokwezîrê Tirkîyê bi Xwepêşanderan re Kom Dibe

Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi nûnerên xwepêşanderên qada Taksîm a Stenbolê re kom dibe, di bizavekê de jibo bi dawî anîna protestoyan.

Cîgirê Serokwezîrî Bulent Arinç dibêje ku Serokwezîr Erdogan roja Çarşemê bi xwepêşanderan re kom dibe û gotûbêjan li ser daxwazên wan dike.

Birêz Arinc herwiha got ku ew êdî rê nakin qanûn bêne binpêkirin, wek amajeyek jibo dagîrkirina qada Taksîm û parka Gezî ji layê xwepêşanderan ve.

Protestoyên li dijî hikûmeta Tirkîyê roja Sêşemê jî berdewam bûn.