Misir Têkelîya Xwe bi Rejîma Esed re Hilweşand

Mihemed Mursî

Serokê Îslamî yê Misirê sekinandina têkelîyên diplomasî bi hikûmeta Sûrîyê re ragihand.

Mihemed Mursî herwiha fermana girtina balyozxana Misirê li Şam û vekêşana diplomatan li paytexta Sûrîyê da.

Serokê Misirê bang li komela Hizbullah ya Libnanî jî kir ku hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne.

Çekdarên Şîe yên Hizbullah, ku ji layê Îranê ve tên piştevanîkirin, ligel hêzên Beşar El Esed li Sûrîyê şerê serhildayan dikin.