Nerazîbûnên Dijî Berdana Kujêrê Sarisuluk Zêde Dibin

Termê bizavkar Ethem Sarisuluk li Enqerê tê binax kirin. Hezîran 16, 2013

Piştî berdana bergumanê kuştina bizavkarê Gezi Parki (Parka Geryanê) Ethem Sarisuluk ku li Enqerê bi guleya polîsekî hatibû kuştin, protestoyên nerazîbûnê zêde dibin.

Li Stenbol, Enqere û çend bajarên din jibo bîranîna Ethem Sarisuluk çalakîyên protestoyî pêk hatin.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Enqerê jibo polîsê bergumanê kuştina Ethem Sarisuluk, bi sedema ku li hember protestokar bi rewayî xwe parastîye, biryara dadgehkirina bê girtin dabû.

Protestoyên li dijî serbestkirina bergumanê Sarisuluk, do êvarê li Qada Taksîmê bi beşdarîyeke mezin pêk hatin ku bi hezaran xwepêşander nerazîbûna xwe ji serbestkirina polîsê berguman re nîşan dan.

Your browser doesn’t support HTML5

ST_6_26_13