Rêberê PDKS: Ditirsim Rewşa Sûrîyê Hîn Xirabtir Be

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî) Dr. Abdulhekîm Beşar rewşa Sûrîyê dinirxîne û bersîva pirsên me yên ser jimareke mijaran dide.

Birêz Beşar dibêje, rewş hem li Rojava hem jî li tevahîya Sûrîyê xirab e tirsa wî heye ku hîn jî xirabtir be.

Abdulhekîm Beşar derheqa Konferansa Cenevre'yê dibêje, ew bawer nake ku Desteya Bilind beşdarî konferansê bibe. Beşar dîyar dike ku wek Encûmena Niştîmanî ew amade ne herin Cenevre'yê.

Serokê El Partî li ser peywendîyê nav Kurdan de jî dibêje, nabe tenê yek partî rêvebirîya herêmê bikin û divê hemî partî bi hevre axa Kurduistanê biparêzin.

Abdulhekîm Beşar îdîa dike, hem li hindûr, hem jî li dervayê welêt piştgirîyeke wan ya mezin heye û ger bixwazin ew dikarin hêzeke ji YPGê xurtir ava bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Dr. Hakîm