Fawaz Husên: Nivîskarê Kurd Nikare Xwe Ji Kurdayetîyê Rizgar Bike

Fawaz Husên

Nivîskarê Kurd Fawaz Husên ku 36 sal berê ji Amûdê koçî Ewropayê kiriye, ji Dengê Amerîka re çîroka nivîskarîya xwe û pêşketina romana Kurdî vedibêje.

Fawaz Husên, ji xeynî nivîskarîya berhemên Kurdî û Fransî, li Parîsê mamostetîya zimanê Fransî jî dike.

Nivîskar Husên dibêje, "bi bawerîya min di van salên dawî de, romana Kurdî pêş ketîye û ne kêmî ya Fransî, Îngilîzî, Almanî û Amerîkîyan e."

Ew dîyar dike, "nivîsandin jibo min weke erdeke qeşa girtî ye, xwe di ser de dişemitînim û tim di Amûdê de derdikevim."

Fawaz Husên nivîskarek e ku xwe dûrî sîyasetê dike, lê ew sîyasetê jî bi helwesta nivîskarîya Kurdî û xwedîderketina li nirxên Kurdî dinirxîne.

Nivîskar Husên destnîşan dike, "nivîskarekî Kurd bi çi zimanî romanan binivîse bila binivîse, lê wê mijara berhema wî Kurdayetî be û ew nikare xwe ji vê rizgar bike."

Romannivîsê Kurd, behsa romana xwe ya dawî ‘Evdo û Çend Bêhnikên Şadîyê’ jî dike ku karakterê vê romanê mexdûrê karesata Helebçeyê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport