Alan Şemo: Terorkirina Îsa Hiso Peyamê Çavsorî ye li Kurdan

Nûnerê PYD'ê li London: Terorkirina Îsa Heso peyamekê çavsorî yê komelên Îslamîyên tundrê yên weke Cebhet Alnusre bû li Kurdan.
Roja Sêşem rêberê Partîya Yekêtîya Demokrat (PYD) li Qamişlo Îsa Hiso hat kuştin dema bombek di otomobîla wî de teqî. Birêz Hiso rêberekê dêrînê partîyê bû û endamê encûmena peywendîyên PYD'ê bû.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Alan Şemo, nûnerê PYD'ê li London got, terorkirina wî peyamekê çavsorî yê komelên Îslamîyên tundrê yên weka Cebhet Alnusre bû li Kurdan.

Jibo guhdarîkirna hevpeyvînê, faylê deng dagire:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Alan Şemo