Tundûtûjî li Îraqê Didomin

Bi sedema zincîreke êrîşan li Îraqê, bi kêmî ve 19 kes roja Şembî hatin kuştin.

Li bakura Îraqê, çekdaran du polîs di otomobîlekê de li bajarê Musil kuştin.

Herwiha li Tikrîtê, bi sedema teqîna bombekê du kes hatin kuştin ku bab u kur bûn.

Li rojavaya paytexta Îraqê jî di teqîna bombekê de du kes hatin kuştin û heft kesên din birînadr bûn.

Her li paytextê û di teqîneke din de li dijî karwanekî polîsî, du kesên sivîl hatin kuştin.

Herwiha çekdaran êrîşa karwanê otomobîlên karbidestê leşkerî General Abdul Emîr El Zeydî kirin. Di wê êrîşê de şeş nobedarên El Zeydî hatin kuştin û çarên din birînar kirin.