Li Hemayê 18 Serhildayên Sûrîyê Hatin Kuştin

Serhildayên Sûrî li nêzîkî Hemayê.

Di şer û pevçûnan de herî kêm 18 serhildayên Sûrî li naverasta wî welatî hatin kuştin, li gorî çalakvanan.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan roja Sêşemê ragihand ku şer û pevçûn li bajarokê Morek li parêzgeha Hemayê qewimîn.

Morek li ser rêka sereke ya navbera Şam û bakura Sûrîyê ye.

Ev çend meh in hêzên rejîma Beşar El Esed şerê serhildayan dikin jibo kontrolkirina wê rêkê.