Jibo Rojava, li Dîyarbekirê Zincîra ji Mirovan

Bajarê Dîyarbekirê.

Partîyên Sîyasî yên Kurd di derbarê rewşa Rojava de daxuyanîyek çapamenîyê dan û îlan kirin roja Sêşemê ewê jibo piştgirîya Rojava dest bi bizavan bikin.

Seroka BDP’a Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut da zanîn civîna wan jibo Rojava ye û heta êrîşên li ser Rojava neyên rawestandin ewê bizav û çalakîyên xwe bidomînin.

Birêz Zumrut destnîşan kir, roja Sêşemê di saet 18:00 de jibo Rojava li ser Sûrên Dîyarbekirê, bava zincîra ji mirovanê li dar bixin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport