Jinên Kurd li Stenbolê: Jinên Rojava Ne bi Tenê Ne
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Stenbolê bi dirûşma ‘Jinên Rojava Ne Bi Tenê Ne’ destdirêjîya cinsî, ya ku li ser jin û zarokên Kurd tê kirin, protesto kir.
Di çalakîya protestoyî ya jinên Kurdde ku roja Pêncşemê li Meydana Emînonu pêk hat, êrîşên li ser Kurdên Sûrîyê û destdirêjîya cinsî ya li ser jin û zarokên Kurd hate şermezar kirin.
Di daxuyanîya jinan de hate ragihandin, “rewşa jin û zarokên penaberên Sûrîyê li metropolên Tirkîyê pir xirab e. Ew ji xeynî birçîbûn û nexweşîyan rastî destdirêjîya cinsî jî tên û fihûş bi wan tê kirin.”
Hevseroka Rêxistina Navçeya Fatîh ya BDP’ê Seyrî Îpek ji Dengê Amerîka re dîyar kir, ‘çawa ku li Sûrîyê komên mîna El Nusre qetla Kurdan û namûsa wan helal dibînin, heman polîtîka li Tirkîyê jî li ser jin û zarokên penaberên Kurd berdewam dike.’
Dayik û jinên ku beşdarîya vê protestoyê kirin bi dengekî bilind xwestin tundûtujî û kiryarên nemirovane yên ser gelê Kurdistana Sûrîyê û penaberan dawî were.
Du dayikên Kurd yên bi navê Menîfe Baysal û nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên ser Kurdên Sûrîyê bi guhdarên me re parve kirin.