Dr. Seyda: Kiryarekî Vebir Rijêma Esed dê Qazancê jê Wergire

Dr. Ebdulbasit Seyda: Divê Civaka Nêvneteweyî biryarekê bide jibo ladana rijêma Esed, ne kiryarekî vebirê, rijêm qazancê jê wergire.
Çend rojan piştî bikarînana çekê kîmyayî li nêzîk Şamê û kuştina bi sedan, Civaka Nêvnetewyî yek deng dibe jibo cizakirina berpisyarên wan hêrîşan. Bi alîyê xwe ve çêgirê serokê Amerîkî Joe Biden bi aşkerayî rijêma Esed bi wê tawanê xetabar dike. Lê li demê ku hizra karekî di Sûrîya de tê kirin, sîyasetvanên rikaberên Sûrî di xema hindê de ne karek vebirî bit û Esed di desthelatê de bimînit.
Dr. Ebdulbasit Seyda, endamê Encumena Niştimanîya Sûrî û serokê girupê Kurdî di encumen da gote Dengê Amerîka, divê Civaka Nêvneteweyî biryarekê bide jibo ladana rijêmê, ne kiryarekî vebirê rijêm qazancê jê wergire.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Dr. Seyda, failê dengî dagire.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Dr. Ebdulbasit Seyda