Serok Obama Banga Dengdana Pêşwext li Ser Sûrîyê Dike

Serok Obama û John Boehner

Serokê Amerîkî Barack Obama ligel endamên payebilind yên Kongresê kom bû, bi hêvîya wergirtina piştgirîya wan jibo êrîşa leşkerî ya plankirî li dijî Sûrîyê.

Birêz Obama bi 16 endamên Kongresê li Koçka Spî kom bû, jibo bihêzkirina doza wî ya êrîşên leşkerî yên sînorkirî li dijî hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed ku bikaranîna çekên kîmyawî rawestîne. Serok Obama piştgirîya rêberên Komarî û Demokrat li Kongresa Amerîkî wergirt.

Li alîyekî din û li heman demê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry derket pêş Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoya Amerîkî û bi awayekî eşkere behsa bikaranîna çekên kîmyawî kir.

Amerîka daxwaz dike ku bersiva bikaranîna gumankirî ya çekên kîmyawî ji alîyê hikûmeta Sûrîyê li dijî sivîlan li Şama paytext bide.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport_Syria_Obama